Li hevdîtinê de Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye behsa rewşa siyasiya Sûriye kir û her wiha ronahî xiste li ser rûdana dest bi serkirina xwe ya ji aliyê hêzên PYD li Rojavayê Kurdistanê û behsa nerazîbûn û xwepêşandana xelkê Rojava ya li dijî destgîrkirina wî ji aliyê desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê kir.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî nerazîbûna xwe beranber wê karê hêzên PYD li dijî Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye encam daye nîşanda û bi karekî dijî demokrasî fireh alî û xeniqandina azadiyê wesif kir û bi şermezar kir.
Li beşekî dinê civînê de tekez li wê yekê kir ku rêgirtina li azadiya siyasî û destgîrkirina kesayetiyên siyasî ji aliyê PYD ve dahênana nerîtekî ne şîrîn û ne şaristaniye û dijî bingehên Kurdayetî û niştîmanperweriye û pêwîste rê lê bê girtin û bi dawî bibe.