Li ser vê gotina wezîrê derve yê Tirkiyê, berdevka wezareta derve ya Emerîka Elîzabêt Trodê daxuyaniyek da û têde ragihand ku hemû hêzên ku di rizgarkirina Minbicê de beşdar bûne, PYD jî di nava wan de, wê îdarekirina wî bajarê bidin destê pêkhateya Ereb ku li wê derê dijîn.
Wezareta beevaniya Emerîka Pentagonê jî di heman derbarê de, eşkere kir ku, operasyonên ku, Tirkiyê û Emerîka li ser li hev kiribûn, û sozên ku Emerîka dabûne Tirkiyê wê pêk bîne.
Berdevkê Pentagonê ragihand ku rayedarên Tirkiyê û Emerîka di derbarê rewşa Sûriyê de, her demê di pêwendyê de ne.