Odeya bazirganî û pîşesaziyê ya ser bi rêveberiya Xweser ve, derdora 40 milyon lîreyên sûrî, ji bo avakirina bajarên bakurê Kurdistanê ji bazirganên bajarê Qamişlo kom kiriye.
Roja çarşemê, saet 1ê pişt nîvro, odeya bazirganî û pîşesaziyê zêrker û xwediyên ofîsên guherîna pereyan li Qesir el-Nûbela, li Qamişlo kom kir û ji wan xwest ku alîkariya diravî ji bo bajarên bakurê Kurdistanê yên ku di şerê PKK û hikûmeta Tirkiyê de wêran bubûn, bidin.
Çavkaniya ku di wê kombûnê de beşdar bû ji Rûdawê re da zanîn ku nêzîkî 40 milyon lîreyên Sûrî ji wan bazirganan hatine wergirtin.
Bi gotina çavkaniyê, li ber çavan, bazirgan bi xweşî pereyan didin, lê bi gotina wî, di rastiyê de bazirgan ji tirsa ku zerar bighê wan ji neçarî bereyan didin.

Çavkaniyê got ku herî kêm 3 bazirganên ku red kiribûn alîkariyê bidin saziyên Rêveberiya Xwser, rastî revandin û şelandinê hatibûn.