Serrûpel Nûçe Keçeke Êzdî behsa destdirêjiyên DAIŞ dike

Keçeke Êzdî behsa destdirêjiyên DAIŞ dike

Belav bike

 

Rojnameya Washington Post dinivsîne: ‘’Piştî êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê di sala 2014ê de, keçekî ciwan a êzdî bi navê Ferîde Xelef li gel xwîşkekî û 80 keçên din ên êzdî ji aliyê DAIŞê hatin revandin.’’

 

DAIŞê bav û birayên Ferîdê li gel bi dehan zilamên din ên êzdî kuşt, dayîka wê jî li gel gelek jinên din ên êzdî birin bajarê Telaferê. Heman demê de DAIŞê Ferîde û keçên din jî wek kole birin bajarê Reqayê li Sûriyê.

 

Ferîde Xelef piştî ji dest DAIŞê revî, bi pirtûkekî bi navê ‘’Ew keça ji destê DAIŞê revî’’ ve karesatên li serê wê û keçên din ên êzdî hatine vedibêje.

 

Ferîde di pirtûka xwe de dibêje: ‘’DAIŞ êzdiyan bi kafir dizane û ji ber wê jî keçên êzdî dike kole.’’

 

Di wê pirtûkê de Ferîde aşkera dike ku berdewam ji aliyê çekdarên DAIŞê ve destdirêjî li ser hatiye kirin û gelek car hatiye kirîn û firotin û heta dema li gel çend keçên din di derfetekî de karîne birevin û xwe bavêjine kampekî penaberan.

 

Piştre jî Ferîde li gel rojnamevanekî Elmanî hev nasdikin û ew rojnamevane alîkarî jê re dike xwe bigehîne Elmanya û her bi wan bîranînên xwe yên nexwaş û rojên xwe yên xirap dinivsîne û dike pirtûk.

 

Ferîde naha li Elmanya dijî û mijûlê xwandinê ye û dixwaze di pêşerojê de bibe mamostayê bîrkarî ango matematîkê û xizmetê ji zarokên êzdî re bike.