Îro danê sibê artêşa Tirkiyê, bi tank, top û hêzên bejahî êrişî bajarê Cerablusê yê Sûriyê kir. Çekdarên opozîsyona Sûriyê jî tevlî wî şerî bûne.
Derheqê wê operasyonê de, Erdogan agahî da û got, artêşa me li dijî rêxistinên “terorîstî” yên mîna DAIŞ û PYDê dest bi operasyonê kiriye.
Erdogan her wiha got, operasyona Cerablusê ji bona “parastina asayişa Tirkiyê” tê kirin.
Serokomarê Tirkiyê bersiva hevserokê PYDê Salih Mislim jî da ku gotibû “Tirkiye dê di gola genî ya şerê Sûriyê de bifetise” û got, hinek dibêjin eger Tirkiye bikeve Sûriyê dê wisa were serê Tirkiyê. Em va dikevin Sûriyê, hûnê bibînin ka em çi dikin!
Bajarê Cerablusê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê ye û ji havîna 2014 ve ketiye destê DAIŞê. Bas