Hevserokê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de got li ser bûyerên Hesekê got tu hevdîtin di navbera hikûmeta Sûriyê û rêveberiya xweser û YPG de çênebûye. Îro jî berdevkê YPG Rêdûr Xelîl daxuyaniyek da û got hevdîtin çêbûye û wan li ser gelek xalan li hev kirine.
Fermandariya giştî ya YPG daxuyaniyek belav kir û got, wan li hev kirine ku artêşa Sûriyê û hêzên berevaniya niştimanî ji bajarê Hesekê derkevin derveyê bajêr, tenê polîs di nava bajêr de bimînin, YPG hemû cihên di bin destê xwe de teslîmî Asayîşê dike û her du alî esîran bi hev diguherin. Her wiha hemû riyên Hesekê û rê li ber tevgera hêzên hikûmeta Sûriyê tê vekirin.