Yekîneyên Parastina Gel YPG daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ku wan hêzên xwe ji bajarê Minbic vekişandine.
YPG di daxuyaniya xwe de dibêje, wan erkê xwe li Minbic bi dawî anî ne, piştî ku çekdarên DAIŞê ji wî bajarî derxistin, û niha jî, ewê vegerin bingehên xwe yên serbazî û bajarê Minbic radestî encûmena serbazî ya wî bajarî bikin.
Berî niha jî wezîrê berevaniya Tirkiyê Fikrî Îşîk ragihand, ku heger YPG di demeke nêzîk de, ji Minbic dernekeve û venegere rojhilatê çemê Furatê, ewê artêşa Tirkiyê destwerdanê bike.