Rêxistina Sûrî ya Mafên Penaberan ragihand ku ji 01.09.2016 wê Tirkiyê vîza ji ser pasportên Sûriyê rake. Serokê wê rêxistinê Al Niêmî Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebook nivîsand ku ew hatine agahdarkirin ku Tirkiyê di dawiya vê mehê de vîza ji ser pasportên Sûrî û Îraqî radike.
Li wê rêxistinê wê Tirkiyê 2 dergehên sînorî bi Sûriyê re veke, dergehê Oncupinar (beramber Bab El Selame) û dergehê Cilvegözü (beramber Bab El Hewa, Ezaz).
Her çiqas bi fermî ev nûçe ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve nehatibe piştrastkirin jî, lê di vê mehê rayedarên Tirkiyê behsa wê yekê kiribûn ku ew difikirin ku vîza ji ser pasportên Sûriyê rakin.