Fermandara YPJ Nesrîn Abdullah, li ser rûpela xwe ya Twitterê li ser gotina wezîrê derve yê Emerîka John Kerry ku gotibû ew piştgiriya avakirina dewleteke kurdî li Sûriyê nakin û divê hêzên YPG ji rojavayê Firat biçe rojhilatê wî çemî, got: Iînsiyatîv di destê me de ye ne di destê Emerîka de ye, em biryarê didin ne Emerîka û pêwîstiya me bi Emerîka tune ye.Nesrîn Abdullah got, Em 5 salin şerê çeteyan û dijminê însaniyetê dikin. Emerîka 1,5 salin alîkariyê dide me, me ji aliyê xwe ve tu alîkarî ji Emerîka nexwestiye, wê ew alîkarî da me û em ne muhtacî Emerîka ne….