Di dema rakirina cenazeyê şehîd Laleş Ehmed Tahir de ku di nav rêzên YPGê de li Minbic şehîd ketibû, dayika wî şehîdî xwestibû ku ala Kurdistanê li ser tabûta kurê xwe deyne, lê alîgirên PYD nahêlin.
Li gorî vîdyoyekê, di cenazeyê de, dayika şehîd Laleş ala Kurdistanê li ser milê xwe danîbû û kesekî hewldida wê ala Kurdistanê bi zorê ji nav destê dayika şehîd derxîne.
Li gorî heman vîdyoyê, dayika şehîd Laleş Ehmed Tahir, red dike ku ala Kurdistanê bi dest wî kesî ve berde û alê li ser kêleka tabûta kurê xwe yê şehîd datîne.