Hikûmeta Tirkiyê li ser sînorê Kobanî dîwarên konkrêt ava dike, PYD destpêkê li dijî derket, xelkê Kobanî mecbûr kir ku biçin ser sînor û şerê avakirina dîwar bikin, şer derket û di encamê de çend 2 ciwan şehîd ketin û bêhtirî 100 kes jî birîndar bûn, li dawiyê neçar ma ku qebûl bike û dawî li xwepêşandanan bîne, xwîna wan ciwanan jî dîsa belaş çû.
Hevserokê Tev Demê li Kobanî Ehmed Şêxo ji Basnews re got ku wan qebûl kirin Tirkiyê 8 metroyan di nava axa Sûriyê de dîwaran ava bike.