Li gorî çavkaniyan, civîna herdû serokan 1 seetê dirêjkir, herdu serokan behas şerê li dijî DAIŞê, alîkariyên Fransa bo Herêma Kurdistanê bitaybet alîkariyên Fransa bo Hêzên Pêşmerge di şerê lidijî terorîstên DAIŞê herwiha behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexda jî kirin.
Êvara îro 8 Eylûlê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihşte koşka Alesi û ji aliyê Serokê Fransa François Hollande hat pêşwazîkirin.
Serokê Fransa François Hollande yekemîn serokê welatên cîhanê bû ku, di meha Eylûla sala 2014 serdna Herêma Kurdistanê kir, di dema ku çekdarên DAIŞê navçeyek fireh ji Iraqê û Herêma Kurdistanê dagîrkiribû, François Hollande di rewşa xirab û zehmet de piştevaniya welatê xwe bo Kurdsitan, Pêşmerge û awareyên şerê lidijî DAIŞê ragehand.
Ji destpêka şerê li dijî DAIŞê, ev sêyemîn care Serokê Herêma Kurdistanê serdana Fransa dike.