Îro saat 3 şefeqê hêzên asayşa Dêrkê bi 26 otombêlan avêtin ser gundê Banê Şikeftê yê Dêrkê.
Piştî dorpêçkirna wî gundî ji bo birina xortan ji bo eskeriya bi zorê, hêzên asayîşê derbasî nava gund bûn, di encamê de şer di navbera gundyan û hêzên asayşê de derket, di wî şerî de 3 kes bi navê Hesen Remedan Şahîn, Hesen Qadir Îbrahîm û Yusif Nezîr Îbrahîm birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin şandin.
Her wiha 7 kes hatine girtin, di nava girtiyan welatiyekî 60 salî bi navê Ehmed Silêman Xençer heye, û 2 zarokên 14-15 jî hene.