VÎDYO
Serokê ENKS Îbrahîm Biro beşdarî bulteneke nûçeyan ya Rûdawê bû û têde bersiva wan kesên ku ENKS rexne dikin û dibêjin ku êdî cihê wan di nava Hevpeymaniya Niştamanî ya Dijbereyê de tune ye û divê ji nava dijbereyê derkevin.
Biro, got peymana di navbera wan û Hevpeymaniya Niştamanî ya Dijbereyê de ne tiştekî muqedes e, û eger ku hemû rê hatine girtin, ew tu carî qebûl nakin ku bibin şahid li ser tiştekî ku tunebûna Kurdan bike.
Serokê ENKS got, di vê dema dawiyê wan gelek pêwendiyên dîplomatîk kirine, ew di siyasetê de ne zeîf in, û îro Sûriyê ber bi perçebûnê ve diçe.
Her wiha diyar kir, ew belgeya ku di civîna Londonê de hatiye pêşkêşkirin, her çiqasî ew jê ne razî bin jî, gelek mafên Kurdan têde hene û ew Erebên şovenî ku Kurd qebûl nedikirin, niha dibêjin doza Kurd dozeke niştimanî ye li Sûriyê.
Îbrahîm Biro got, kesekî ew mecbûr nekirine ku di nava Îtîlafê de bimînin, ne herêma Kurdistanê ne jî tu welatên din, lê kesekî ji vê Îlafa ku ew di nav de kar dikin baştir nekiriye.
Li ser Danûstandinên Cinêvê got, ew nikarin weke grûpeke serbixwe berdarî hevdîtinan bibin, ji ber ku tu aliyên navdewletî grûpeke sêyemîn qebûl nake.