Mihemed Mûsa di sala 1952 de li gundê Şorê yê girêdayê bajarê Dirbêsiyê ye li Rojavay Kurdistanê, û çend caran ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hatibû girtin, ji destpêka salên 90 û heya niha Partiya Çep a Kurd li Sûriyê birêve dibe, ew partî jî ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser ve cihê xwe di nav Rêveberiyê de digire, û di nav YPGê û Asayişê de şervanên wan hene, berê jî endamê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê bû.
Berî ku ew bi temamî bikeve nava karê siyasetê ew mamostayê felsefê bû.