Rita Katz ew jina Cihû ye ku rêxistinên weke DAIŞê û El Qaîdyê gelek jê ditirsin. Her çend bi hezaran kîlometreyan ji wan rêxistinan dûr be jî bi rêya komkirina zanyarî û îstîxbaratên xwe, nêhîniyên wan dide dest.
Ajansa bi navê Lêkolîna Şopê Rêxistinên Teorîstî yên Navdewletî (SITE) ku Rita Katz serokatiya wê dike, roja Duşemê (12-09-2016) ragihand ku DAIŞ hewl dide govarekî bi navê Romiye ya bi 5 zimanan derbixe.
Ev îddîa di demekê de ye ku hê jî DAIŞê derbarê govareke wiha de ti tiştek negotiye.
Rita Katz di sala 1963ê de li parêzgeha Besra ya Iraqê ji dayik bûye. Ew ji malbateke dewlemend û naskirî yê Cihuyên Iraqê ye.
Bavê Ritayê di sala 1968ê de bi tometa sîxoriya Îsraîlê bi destê rejîma Bees hate sêderedan. Li ser vê yekê Rita Katz û 4 birayên wê revîne Tel Avîvê.
Ritayê di sala 2002ê de ajansa bi navê Lêkolîna Şopê Rêxistinên Teorîstî yên Navdewletî (SITE – Searcih for International Terrorist Entities) damezrand. Karê vê ajansê eşkerekirin û şopandina karên rêxistinên dundrew û terorîstî ye.
Vê ajansê heta niha hejmarek xwekujên DAIŞê berî çalakiyên xwe bikin, eşkere kiriye.
Dihate gotin ku gelek sîxorên ser bi ajansa SITE ve dize kirine nav rêxistinên Talîban û El Qaîdeyê û ji wan agahî veguhestine.
Herwiha ajansa Ritayê xwedan karmendên zîrek ên înternetê ye ku dikare bi rêya dizekirina nav malber û navnîşanên wan, agahiyên wan bidest bixe. Rûdaw