Serrûpel Nûçe Serok pêşwaziya cîgirê wezîrê derve yê Emerîka kir

Serok pêşwaziya cîgirê wezîrê derve yê Emerîka kir

Belav bike

 

Hevdîtina Serok Barzanî û alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û şanda pê re, xilas bû.

 

Di civînê de, alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka silava Serok Obama û silav alîkarê wî Joe Biden gihand Serok Barzanî û pesnê Pêşmerge da ku li hember DAIŞê de bi mêrxasî şer dikin û serkeftinên mezin bi dest dixin.

 

Barzanî jî spasiya Serokê Amerîka û hikûmeta wî welatî kir ku di şerê DAIŞê de piştgiriya gelê Kurdistan û Pêşmerge kirine û hêviya xwe jî anî ziman ku bi alîkarî û hevkariya her du aliyan, serkeftinên mezintir li hember terorîstan bi dest bînin.

 

Hat gotin ku di hevdîtina Barzanî û şanda Amerîka de, behsa şerê Mûsilê jî hatiye kirin. Barzanî li ser wê mijarê gotiye, divê pilana siyasî ya qonaxa piştî azadkirina Mûsilê hebe da ku kêşe û nakokî kûrtir nebin û gelên wê deverê bi taybet êzîdî û mesîhî, ji ewlehiya xwe arxalîn bin.

 

Şanda mêvan her wiha behsa rola girîng a Pêşmerge di şerê Mûsilê de kiriye û gotiye, hemahengiyek baş di navbera Pêşmerge, hêzên hevpeyman û hêzên Iraqî de heye û behsa pilana Mûsilê kiriye û Barzanî jî şîret û hizra xwe ji wan re gotiye.