Şanda ENKS bi serokatiya serokê wê Îbrahîm Biro û berpirsê pêwendiyên derve yê Encumenê Kamîran Haco, li Lahay bi wezîrê derve yê Hollanda Bert Koenders re civiya.
Şanda ENKS li ser vexwendina wezareta derve ya Hollanda serdana wî welatî kir.
Di hevdîtinê de seroka beşê rojhilata navîn di wezaretê de Brighita Tizler jî amade bû.
Her du aliyan besa rewşa Sûriyê, û rojavayê Kurdistanê kirin.
Şanda ENKS her wiha behsa kiryarên PYD li dijî ENKS jî kir û bal kişande ser êrîşên PYD li ser siyasetmedarên kurd û girtina wan ji aliyê asayîşa wê partiyê ve.
ENKS her wiha daxwaza alîkariya mirovî ji bo Kurdên rojavayê Kir.
Wezîrê derve yê Hollanda di hevdîtinê de diyar kir ku wê pêwendiyên wan bi ENKS re berdewam bin, û eşkere kir ku ENKS tecribeyeke ji xebata demokrsî û ji tundrewiyê dûr e.