Lîstikvanê sînemayê Tarik Akan, ku dostekî Kurdan bû, û lîstkvanê derhênerê Kurd Yilmaz Guney bû, ji ber pençeşêra kezebê koça dawiyê kir.
Tarik Akan, sala 1949ê li Stenbolê ji dayîk bûbû, di sala 1971ê de, dest bi karê sînemayê kiribû.
Wî di fîlmên Yilmaz Guney (Yol: Rê, û Suru: Kerî) de lîstibû. Her di fîlma Siyamend û Xecê de serlîstikvan bû.
Di sala 1985 de, fîlma Suru li festîvala Cannesê xelata Palme wergirtibû.