Serrûpel Nûçe Antî-Terora Kurdistanê mezinekî DAIŞ kuşt

Antî-Terora Kurdistanê mezinekî DAIŞ kuşt

Belav bike

 

Hêza Antî-Terorê ya ser bi Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “di êrişeke firokeyên şer ên hevpeymanan de, terorîstê mezin Ebû Ebdurehman Şîşanî hat kuştin.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Terorîstê mezin Tamas Şîşanî yê naskirî bi ebû Ebdurehman Şîşanî û çend alîkarên wî di roja 17-09-2016 de li nêzîkî devera Elşor a li başûrê Mûsilê bûna armanc û hatin kuştin.”

 

Pêştir û di çend demên cuda de nûçeya kuştina wî serkirdeyê mezin ê DAIŞê hatibû belavkirin, lê belê ev cara yekemîn e ku Hêza Antî-Terorê ya ser bi Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi fermî nûçeya kuştina wî radigihîne. Rûdaw