Serrûpel Nûçe Asayîşa PYD li peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero xistin

Asayîşa PYD li peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero xistin

Belav bike

Asayişa PYD êrîşî peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero kirin û bi tundî li wê dan.

Rengîn Şero, ji bo ku serdana malbata xwe bike, îro di sînorê Sêmalka re derbasî rojavayê Kurdistanê bûbû.

Li ser xala sînorî asayîşa PYD peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero digirin, û bi tundî li wê didin û bavê wê jî li pêşiya çavên malbata wê îhane dikin.

Piştî ku asayîşa PYD Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero didin ber lêdanê û bi tund li pey xwe di ser erdê re dixuşînin, bi zorê wê ji rojavayê Kurdistanê derdixin û sirgûnî başûrê Kurdistanê dikin.