Xelkê ku ji rojavayê Kurdistanê derdikeve, ew xelkê ku ji tirsa revandin û kuştina ji aliyê PYD ve newêre bêje “Kurdistan” newêre devê xwe veke, dibêje:
– Fedî bikin, êdî we kir ku xelk navê Kurd û Kurdistanê ji bîr bike…
– We mala milet xerab kir, ne we welat ava kir, ne jî we hîşt welat were avakirin…
– We bi sedan ciwanên me yên weke qehremanan li Munbicê dan şehîdkirin, li dawiyê we Munbic teslîmî Basiyekî weke Farûq El Maşî kir.
– We ciwan bi welat de nehîştin, xort ji ber zilma we direvin xwe davêjin deryan û derbider dibin…
– Her meh bêhtirî 25 mîlyon dolar ji firotina petrolê ji we re dihat, ka we ew pere çi kirin? Ka hesab bidin malbatên şehîdan, ew şehîdên ku we ew pere bi navê wan kom kirin…
– We siyasetvan li welat nehîştin, yên ku dengê wan hinekî bilind bû we ew avêtin zindanan, we partî û ronakbîr bêdeng kirin, her kesekî ku ne bi fikra we re bû, we kir xayîn û ew avêtine derveyî welat.
– Hûn navê demokrasiyê li xwe dikin, lê dîktatoriya we li dinyayê deng daye, ji tirsa we yek newêre bêje Bismillah.
– Bihêlin bila xelk hinekî nefesa xwe bikişîne…
– Alîkariyên ku ji rojavayê Kurdistanê re diçin, hûn tenê li ser heval û alîgirên xwe belav dikin.
– We Basî û muxaberatên duh, danîn ser serê milet, we darek daye dest wan û xelkê pê ditirsînin.
– We jina du canî da ber lê danê, ji ber ku peyamnêra televîzyoneke kurdî bû û dixwest biçe bav û diya xwe bibîne, we kincên li ser wê peyamnêra Kurd qetandin, we ew di erdê re kişandin, we hezar xeber û dijûn ji wê re gotin, bavê wê ji we re got “keça min berdin, gunehe, ducanî ye, bi ji bo xwedê û pêxember be”, we got: Em xwedê û pêxember nas nakin…
– Ji tirsa we kesek newêre vegere welatê xwe
– We ew welat kire cihenem û her yek ji we bû zebaniyekî li ber deriyê cihenemê…