Serrûpel Nûçe PKK xortên Xurmatû dişîne Qendîlê û çekdar dike

PKK xortên Xurmatû dişîne Qendîlê û çekdar dike

Belav bike

 

Heftenameya Bas ji zarê rayedarekî ewlehiyê yê Kurdistanê eşkere kiriye ku PKKê li bajarokê Xurmatû, navendek vekiriye ji bona peydakirina endam û şervanên nû.

 

Wî rayedarî, ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, her wiha gotiye, PKK li Xurmatû bi awayekî azad û di bin navê “Tevgera Azadî û Civaka Demokratîk” de xebatên xwe dike.

 

Li gorî agahiyên wî jêderî, di heyama 4 mehên borî de herî kêm 3 xort ji Xurmatû çûne nav PKKê ev jî bûye sebeba nîgeraniya malbatên wan xortan.

 

Bavê yek ji wan xortên ku tevlî PKKê bûne û nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Bas re gotiye, kurê min dersa xwe xilas kiribû li mal bû. Lê demek bû bêyî ku haya min jê hebe, diçû baregeha PKKê. Pirtûkên Ocalan dixwend. Min digot tiştek nabe xort e dê piştî demekî jê sar bibe. Lê rojekî çû derve û nehat. Em lê geriyan me nedît, paşê hevalekî wî got çûye nav PKKê. Ez çûm gundê Ênzê yê Qendîlê û min ji rayedarên PKKê re got kurê min hatiye nav we. Wan jî ji min re gotin, haya me jê tine, eger hatibe jî em nikarin bêjinên vegere mal!

 

Bavê wî xortî her wiha got, PKKê kurê min revandiye û ji ber wê jî tawanbar e.

 

Heftenameya Bas hewl da vê mijarê ji gerîlayên PKKê yên li Xurmatû bipirsê lê amade nebûn tiştekî bêjin.