Kesayetî û Kurdên Êzdî îro li Şengalê civiyan û di civîna xwe de bi dengdaneke giştî bang li PKK û hêzên ser bi wê ve (YPG, YPJ) û hêzên wê yên din kirin ku êdî ji Şengalê derkevin û dev ji dagîrkirina Şengalê û Çiyayê Şengalê berdin.
Fermandar Qasim Şeşo got, eger were xwestin Kurdên Êzdî jî amade ne ji bo Kurdên Bakur û rojava û cihên din şer bikin, lê êdî bila PKK hêzên xwe ji Şengalê bikişînin û Kurdên Êzdî dikarin axa xwe biparêzin.
Di dema şerê Şengalê de, PKK hêzên yên yên bi navê YPG, HPG, YPJ û gelek hêzên din derbasî Şengalê kirin û dibêjin ew ji wir dernakevin. Hebûna wan hêza li Şengalê bûye sedema nerazîbûna Kurdêm Êzdî, ew dibêjin mayîna hêzên PKK li Şengalê dibe sedema derketina şerekî di nava xelkê wê deverê bi xwe de û her wiha dibe sedema gelek nakokiyên siyasî û civakî.