Serrûpel Nûçe 8 ton derman gihiştine Qamişlo û PYD belav nake

8 ton derman gihiştine Qamişlo û PYD belav nake

Belav bike

Di demekê de ku li Qamişlo krîzeke mezin ya dermanan heye û hema bêjin li dermanxaneyan dermanên pêwîst peyda nabin, hikûmeta Sûriyê dibêjin ku wan 8 ton derman û pêwîstiyên saxlemiyê teslîmî nexweşxaneya niştimanî ya Qamişlo kirine.

Birêvebirê giştî yên Desteya Saxlemiyê li Nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo Dr. Omer El Akûb got, wan 8 ton derman wergirtine.

Ew derman bi riya balafirxaneya Qamişlo ji Şamê gihişte nexweşxaneyê.