Serrûpel Nûçe DAIŞ teqîna Hesekê xiste stûyê xwe

DAIŞ teqîna Hesekê xiste stûyê xwe

Belav bike

Ji aliyê din ve rojnameger Jindar Ebdulqadir li Hesekê ji Rûdawê ragihand li saloneke dawetê di navbera bajarê Qamişlo û Hesekê de derdora saet 21.00ê teqînek pêk hat û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Jindar Ebdulqadir got li gor agahiyên destpêkê di encama êrişê de zêdetirî 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûne.

 Di teqînê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ku di heman demê de parêzer e, Beha Fatimê jî şehîd bû ye.

 Herwiha di nav qurbaniyan de kurê Endamê Polûtbûroya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS)) Beşar Emin yê bi navê Ceger jî heye.

 Piraniya birîndar ji bo dermankirinê rakirinê Nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê û berprisên nexweşxaneyê dibêjin pêwîstî bi xwînê heye bang bexşandina xwînê ji welatiyên dike.

 Hejmareke birîndar ji bo nexweşxaneyên Qamişlo jî hatine veguhestin.

DAIŞ da xuyakirin ku ew bi teqînê rabûye û kesê xwe teqanidye navê wî Abû Barra Al Ansarî ye.