Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de radigihîne ku ew sersaxiyê ji malbatên şehîdên teqîna Hesekê re dixwazin, hêvya başbûnê ji birîndaran dikin.
Hikûmet dibêje wek erkekî netewî û mirovî li hemberî xuşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê, wan hemû dezgehên xwe yên pêwendîdar erkdar kirine, ku hemû cureyên alîkariyên pizişkî pêşkêşî qurbaniyên wê karesatê bikin.