Serrûpel Nûçe Serokwezîrê Tirkiyê: Emê li Îraqê bimînin!

Serokwezîrê Tirkiyê: Emê li Îraqê bimînin!

Belav bike

 

Ev çend roj in di navbera Tirkiye û Iraqê de li ser hebûna hêzên Tirkiyê li devera Başîqê ya Mûsilê, kirî û alozî derketine. Herî dawî, hikûmeta Iraqê li ba NY gilî li Tirkiyê kir.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, îro di civîna Yekitiya Tebîbên Tirkiyê (TBB) de gotarek pêşkêş kir û got, ne heddê hikûmeta Iraqê ye ku daxwaza derxistina hêzên Tirkiyê bike.

 

Bînalî Yildirim her wiha got, hêzên Tirkiyê dê li Iraqê bimînin, ji ber ku ew ji bona şerê DAIŞê û perwerdekirina hêzên herêmî çûne wir.

 

Serokwezîrê Tirkiyê anî ziman ku hêzên 63 welatên biyanî li Iraqê hene çima tenê behsa hêzên Tirkiyê dikin. Yildirim got, ev jî nîşan dide ku niyeta Iraqê baş nîne.

 

Wî rayedarê Tirkiyê amaje bi operasyona Mûsilê jî kir û got, Amerîka û Îran û milîsên eşîran xwe bo operasyona Mûsilê amade dikin. Tirkiye di vê warî de hesas e û divê DAIŞ ji Mûsilê bê derxistin. Di demekî de ku operasyona Mûsilê nêzîk bûye em ti wateyê nadin vê berteka Iraqê.