Li bajarê Qamişlo otomobîla dermansazê Kurd Ebdulrehman Hemê li pêşiya mala wî ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin.
Şewitandin îro saet 15.00 çêbû. Heta niha ne diyare bê kê û çima otomobîla dermansazê şewitandiye.
Ebdulrehman Hemê di nava greva birçîbûnê ya ENKS de cih girtibû, ku ji bo PYD girtiyên siyasî serbest berde.
Ew weke doktorekî di nava kesên grevgirtî de kar kiribû û gelekî alîkarî wan kiribû.
Hemû şubhe diçin ser xortên PYD, ku ew bi wî karî rabûbin.