Serrûpel Nûçe Şandeke hikûmeta Tirkiyê diçe Şamê

Şandeke hikûmeta Tirkiyê diçe Şamê

Belav bike

Piştî civîna di navbera serokê Rûsya Vladîmir Putin û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan de, ku di konferansa Enerjiyê de li Îstanbulê pêk hat, tê çaverêkirin ku di nava 4-5 rojan de, şandeke bilind ji wezareta derve ya Tirkiyê serdana Sûriyê bike.

Jêdere bilind ji hikûmeta Tirkiyê ji rojnameya tirkî Aydinlik re ragihand ku Rûsya wê roleke berbiçav di başkirina pêwndiyên di navbera Enqerê û Şamê de bilîze.

Li aliyê din serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya rûsî Komso Mols Kaya Pravda, dibêje ew hêvî dike ku Tirkiyê siyaseta xwe li hemberî Sûriyê biguhere û ji bo wê yekê jî hêvî kiriye ku Rusya bibe navbênkar.