Encumena Niştimanîya Kurd li Sûriyê ENKS, di daxuyaniyekê de bel kişande ser girtina endamên xwe ber 2 mehan, û got ku milîsên PYD gelek endam, kadir û serkirdeyên Kurd yên ENKSm di dema merasîma veşartina pêşmergeyê Roj şehîd Hebîb Qedrî revandin û ew xistin zindanan û heta niha jî di zindnan de ne.
ENKS dibêje asayîşê ji hinek malbatan re gotiye ku zarokên wan li cem asayîşê ne girtî ne, yek ji wan jî peyamnêrê Yekîtî Mîdîya ye ku bi cîgirê sekreterê partiya Yekîtî Hesen Salih re hatibû girtin.
ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje ew siyaset û kiryarên PYD û êrîşên wê yên tirsandinê şermezar dikin û ew wendakirina wan kesan dixin stûyê PYD.
Di dema girtina cîgirê sekretêrê YEKÎTÎ Hesen Salih û endamê komîteya navendî ya wê partiyê Ebdula Gedo de, rojnamevanekî Kurd ku peyamnêrê malpera YEKÎTÎ bû, bi wan re hat girtin.
Duh malbatên girtiyan, serdana girtiyên xwe kirin, lê ji malbata wî rojnamevanî re gotin, ku ew ne li cem wan e.
Malbata Rojnamevanê girtî Alan Ehmed ragihand, ku ew piştrastin kurê wan ji aliyê Asayişê ve hatiye girtin, lê niha çarenvîsa wî ne diyare, lewma bang li saziyên mafê mirovan kirin, ku hewl bidin çarenvîsa wî were diyarkirin û rê bidin wan serdana kurê xwe bikin…
Madem rojnamevan Alan Ehmed ji aliyê asayîşê ve hatiye girtin, çima wenda ye, li kuderê ye, û sedem çiye ku asayîşa kantona cizîrê wî eşkere nake?