Asayîşa Kobanî, Elî Îsmaîl ku karmendê dezgeha Konsîro ya xizmetguzariyê bû û Bedir Silêman ku karmendê rêxistina “Doktorên Bêsînor” bû hatine girtin û ji aliyê Polîsên Leşkerî ve ji bo esekriya bi zorê hatine şandin.
Desteya Bergiryê ya kantona Kobanî jî dibêje ku wan her du ciwan agahdar kiribûn ji bo ku xwe ji bo eskeriyê amade bikin, lê ji ber ku wan guh nedabûn wê dawazê ew hatine girtin.
Ew niha li gundî Xirûsin, li navenda eskeriya bi zorê ne.