Îro danê sibê komek çekdarên DAIŞê êrişî avahiya parêzgeha Kerkûkê her wiha avahiya asayişa PDKê kirin û hewl dan wan avahiyan bigirin lê êrişa wan hat şikandin.
Derheqê çawaniya wê êrişê de, çavkaniyekî agahdar li Kerkûkê ji BasNewsê re got, ew çekdarên ku îro êrişî Kerkûkê kirin yan di nav koçberên devera Hewîcê derbasî nav bajêr bûne û xwe organîze kirine. Yan jî erebên sunnî yên bajêr alîkariya wan kiribin. Îhtimala yekem, lawaz e çimkî rûçikê wan rê nade ew xwe di nav koçberan veşêrin. Lê li gorî min îhtimala duyem, bihêztir e çimkî heta niha jî li taxên Hey Nesir, Domîz û Irûbe yên Kerkûkê şer heye. Ew taxên bajêr taxên erebên sunnî ne û beriya niha jî taxên terorîstan bûn. Lewma li gorî min erebên wan taxan alîkariya çekdarên DAIŞê kirine. Bas