Cegerxwîn, yek ji mezintirîn helbestvanên Kurd bû, li her çar perçeyên Kurdistanê, helbestên wî hene, dîwanên wî hene, gelek dayîkan navê wî li zarokên xwe kirin, û praniya hunermend û stranbêjên Kurd helbestên wî kirin stran, bi helbestên wî meşhûr bûn.
Jiyaneke wî ya interesant hebû, li bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû, li Stockholmê jiyana xwe ji dest dabû û li Qamişlo jî hatibû veşartin.
Her sal, hezkiriyên Cegerxwîn diçin ser gora wî, helbestan dixwînin û wî tînin bîra xwe.