Serrûpel Nûçe “Emê YPG bi zorê ji Munbicê derxînin”

“Emê YPG bi zorê ji Munbicê derxînin”

Belav bike

Wezîrê derve yê Tirkiyê di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyoneke Tirkî got kî piştgiriya YPG bike, yanî ew piştgiriya terorê dike.

Mevlut Çavuşoglu eşkere kir ku, Emerîka sozên xwe yên derketina YPG ji Munbicê bi cih neanî û wan ji Emerîka re gotiye eger YPG ji Munbicê dernekeve ewê bi zorê derxînin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê her wiha diyar kir ku YPG nûnertiya Kurdan nake, ew zilmê li Kurdan dike û ew rêxistineke çekdarî ya PKK ye.

Çavuşoglu bal kişande ser wê yekê li ew û Rusya li ser hemû meseleyan hem fikir in, û wan û Rûsya li ser şerê terorê li hev kirine.