Serrûpel Nûçe Serokwezîrê Swêdê gihişte Hewlêrê

Serokwezîrê Swêdê gihişte Hewlêrê

Belav bike

Serokwezîrê Siwêdê Stefan Löfven, êvariya roja duşemê 24.10.2016ê, gihişte bajarê Hewlêrê û li balefirxaneya Hewlêrê ya navdewletî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Serokwezîrê Swêdê û şandeya pê re di vê serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de dê digel Mesud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bicive û çend mijarên giring weke; alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û însanî de, cenga dijî terorîstên DAÎŞê û têkeliyên navbera Siwêd û Kurdistanê gotûbêj bikin.