Serrûpel Nûçe PDK ji bo Malikî: Tu ne kêmî Elî Kîmawî yî!

PDK ji bo Malikî: Tu ne kêmî Elî Kîmawî yî!

Belav bike

 

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

 

Serokê Îtîlafa Dewleta Qanûn Nûrî Malikî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Yûnews de, hinek gotin û nêrînên ne dicihê xwe de û nerast li ser Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî û PDKê kiriye.

 

Li cem welatiyên Iraqê û civaka navdewletî rola Malikî wek kesekî mezhebgerî û gendelkar, ku jiyana siyasî û aborî û ewlehî ya Iraqê têk dibir, bi eşkere tê naskirin. Ligel wê yekê jî em di bersiva derewên wî de dibêjin:

 

Malikî zilamekê bêsoz e. Ew alîkariya ku gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurdistanê û bi taybetî jî PDKê beriya û piştî sala 2003ê ji wî re kirine ti kes û aliyekî jê re ne kiriye. Li hemberî wê başiyê jî, Malikî li hemberî gelê Kurdistanê gelek tawan kirine ku nekêmî tawanên Elî Hesen Mecîf -Elî Kîmyawî- ne. Herwiha li hemberî Amerîka jî kesekî bêsoz e, ku demekê kurê wan ê delalî bû.

 

Malikî di hevpeyvîna xwe de behsa Îsraîl jî dike, lê wek em dizanin ew memnûn bû ku eger Îsraîl carekî jî silavê lê bike, lê me nedîtiye Îsraîl wek wî nanê miletekî qut kiribe.

 

Malikî di serdama deselata xwe ya pûç de, artêşek kertonî çêkir ku nikarî 2 saetan xwe li ber DAIŞê bigire û nîvê Iraqê ligel çek û kelûpelên 6 fîrqeyên leşkerî da DAIŞê. Artêşek ava kiribû ku soza wî ne ji welat re bû û ji bo dijminayetiya Hêzên Pêşmerge mezin kiribû. Niha çavê wî bar nabe ku artêşa Iraqê û Pêşmerge bi hevahengiyekî bêhempa bi serkeftî şerê terorê dikin û navçeyên ku artêş û generalên wî yên tirsonek dan DAIŞê, rizgar dikin. Derdê Malikî ew e ku Pêşmerge û artêşa Iraqê di çeperekê de ne û serkeftî ne di şerê terorê de. Malikî ji bêçare wek hirçê birîndar gaze li birîna xwe dike.

 

Malikî di axaftinên xwe de behsa sînorê Kurdistanê û PDK û Hêzên Pêşmerge dike. Em wî piştrast dikin ku sînorên Kurdistanê ne ew sînor in ku Sedam û Malikî diyar kirine, sînorê Kurdistanê ew sînor in ku Pêşmerge bi xwîna xwe ji destê DAIŞê rizgar kirine û dê lê bimînin.

 

Bila Malikî baş jî zanibe ku li hemberî îradeya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û PDKê tiştek ji destê wî nayê. Malikî xewnê bi deselata Iraqê dibîne, lê qet nikare careke din hûkmê Iraqê bigire û eger ew yek jê re jî pêk hat, qet nikare hûkmê Kurdistanê bike.

 

Di dawiyê de em dibêjin, eger Malikî piçekî şerim kirba, li ser ekranan dernediket û behsa Mûsilê û rizgarkirina wê nedikir.

 

Berdevkê Polîtburoya PDKê

26-10-2016