Serrûpel Nûçe Barzanî ligel mezintirîn rojnameya Almanî axifî

Barzanî ligel mezintirîn rojnameya Almanî axifî

Belav bike

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi rojnameya Bild a almanî re hevpevînek kir û behsa operasyona kontrolkirina Mûsilê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir.

 

Neçîrvan Barzanî derbarê operasyona Mûsilê û dema wê de ragihand, li gorî peşbîniyan, dê di navbera 3 mehan de bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê were derxistin.

 

Barzanî got, Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi lez bi pêş dikevin, lê belê da xuyakirin, ku ew nizanin DAIŞ dê berevaniyeke çawan bike.

 

Serokwezîr li ser mijara serxwebûna Kurdistanê ji rojnameya Bild a almanî re ragihandiye: “Ji mêj ve dema wê hatiye, lê belê niha bala me li ser şerê li dijî DAIŞê ye.”

 

Barzanî got, bi zûtirîn dem piştî rizgarkirina Mûsilê, ew dê li gel berpirsên Bexdayê bicivin û bi wan re li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê gotûbêjan bikin.

 

Derbarê lidarxistina referandumê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin: “Em Kurd in û me netewa xwe heye. Emê rojekê referandumê bo serxwebûna Kurdistanê encam bidin û emê rê bidin ku xelkê Kurdistanê di vê bareyê de biryarê bide, çimku piştî 2003 me hêvî bi iraqeke demokrat hebû, lê belê ew Iraq rastî şikestinê hat.”

 

Barzanî herwiha daxwaza dabînkirina çekên zêdetir ji hevpeymanan û bi taybet jî welatê Almanyayê kir.

 

Serokwezîr Barzanî diyar kir, ku alîkariyên pêştir ên Almanya bo Hêza Pêşmerge û bi taybet pêşkêşkirina roketên Mîlan, di şerê li dijî DAIŞê gelek alîkariya Hêzên Pêşmerge kiriye, lê belê di şerê vê carê de pêwîstî bi çekên zêdetir hene.