Rayedarên Îtalî ji bo ku ji pasporta wî piştrast bibin, bi rayedarên Sûrî re ketine pêwendiyê û rayedarên hikûmeta Sûriyê ji wan re hatiye gotine ew pasport sexte ye û ew kes terorîst e.
Kesên ji wî nêzîk ragihandin ku parêzeran li zindanê serdana wî kirine, wî nameyek daye parêzera û wî sibe naveroka nameyê were eşkerekirin.
Polîsên Îtalî li ser daxwaza hikûmeta Sûriye rojnamevan Xelîl Hesen girtine, û li gor ku hevalên wî yên bi dosya wî re mijûl dibin, dibêjin xeter heye ku wî vegerînin Sûriyê.
Malbata wî daxuyaniyek belav kirin û têde ragihandin ku kurê wan rojnamevane û ne terorîst e, û çi were serê kurê wan hikûmeta Îtalî di ber de berpirs e.