Serrûpel Nûçe Dr. Silêman jiyana xwe ji dest da

Dr. Silêman jiyana xwe ji dest da

Belav bike

Dr. Silêman, îro 30.10.2016 (saet 1 şevê) li Almanya li nexweşxaneya eskerî ya Koblenzê, dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da, şehîd ket.

Dr. Silêman, ku navê wî yê rastî Seîd Çirokaya bû, pêşmergeyê xwebexş û pisporê pûçkirina mayîn û TNT Daiş bû.

Ew sala 1968 li Bingolê ji dayîk bûbû.

Doktor, xelkê bakûrê Kurdistanê bû, fermandarekî gerîla û endamê Encumena serkirdayetiya PKK bû, piştî ku ji partiya xwe cuda bûbû, çûbû Almanya, li wê derê jî zanko xelas kiribû, dema ku êrîşî tê ser başûrê Kurdistanê, li Almanya dest ji her tiştî berdide û tê xwebexş di nava pêşmergeyan de, di sengerên şer de cih digire û şerê Daişê dike.

Bi deh kîlometran zeviyên mayînkirî paqij dike û bi sedan jiyana pêşmergeyan ji wan mayînan rizgar dike, ew nêzîkî 5 hezar mayîk pûç û tune dike.

Malbata wî dixwaze cenazeyê Dr. Silêman li kêleka herdu birayên wî yên şehîd were veşartin..

Partiya Demokrata Kurdistanê PDK û rayedarên herêma Kurdistanê dixwazin wî bînin başûrê Kurdistanê û bi merasîm ji başûr derbasî bakurê Kurdistanê bikin û wî li Bîngolê veşêrin.

Di derbarê Dr. Silêman de

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/rewsa-her-daw-ya-dr-silman-vdyo-h8476.html

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/dr-silman-bi-balafireke-taybet-birin-almanya-vdyo-h8475.html

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/dr-silman-di-ser-dais-de-birndar-b-vdyo-h8471.html