Dr. Silêman di şerê DAIŞê de birîndar bû (vîdyo)
Fermandarê pêşmerge yê xwebexş Dr. Silêman, ku ji Almanya hatiye tevlî pêşmergeyan bûye, îro bombe pêde teqiya û birîndar bû.
Dr. Silêman di pûçkirina gelek otomobîlên DAIŞ yên bombekirî gelekî tê naskirin, wî gelek pêşmerge ji şehîdkirinê xelaskirin.
Ew niha li Hewlêrê li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Erdogan: Emê bi zorê YPG-PYD ji Munbicê derxînin
Serokomarê Tirkiyê got wan biryar dane ku di demeke gelekî nêzîk de, ewê PYD ji Munbicê derxînin.
Romanivîsê Kurd Jan Dost lal bû ye (vîdyo)
Romanivîsê Kurd yê navdar Jan Dost Helbesta Kobanî nivîsand (vîdyo)
“Emê YPG bi zorê ji Munbicê derxînin”
Wezîrê derve yê Tirkiyê di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyoneke Tirkî got kî piştgiriya YPG bike, yanî ew piştgiriya terorê dike.
Mevlut Çavuşoglu eşkere kir ku, Emerîka sozên xwe yên derketina YPG ji Munbicê bi cih neanî û wan ji Emerîka re gotiye eger YPG ji Munbicê dernekeve ewê bi zorê derxînin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê her wiha diyar kir ku YPG nûnertiya Kurdan nake, ew zilmê li Kurdan dike û ew rêxistineke çekdarî ya PKK ye.
Çavuşoglu bal kişande ser wê yekê li ew û Rusya li ser hemû meseleyan hem fikir in, û wan û Rûsya li ser şerê terorê li hev kirine.
FLAŞ – Malikî 87 mîlyon dolar daye NRT (belge)
Bi biryara serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî, banka ticarî ya Îraqê 87 mîlyon dane xwediyê televîzyona NRT û kompanya Çavî.
Ew biryara Malikî roja 04.06.2014 hatiye derxistin.
NRT Kurd û Erebî bi pereyên Malikî hatine avakirin û tê gotin ku ew Malikî şirîkê NRT be.
Li gor zanyariyan kanala NRT Erebî bi riya xuşka Şahsiwar, Sirwe Ebdulwahid hatiye vekirin,
Serokwezîrê Swêdê gihişte Hewlêrê
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven gihişte Kurdistanê û ji aliyê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Ev 16 salin êrîşî AVESTA dikin
Şîrketa almanî ku servera malpera AVESTA li cem wê ye, ragihand ku ji roja 08.10.2016, malpera ji aliyên nenas ve rastî êrîşan tê, û kesên ku êrîş dikin dixwazin malperê hack bikin.
Wan aliyan hewl dane ku malperên bi êrîşên xwe yên zêde bloke bikin.
Malpera AVESTA ji sala 2000 de weşana xwe bi kurdî dike û yek ji malperên herî zêde tê vekirin.
Barzanî bi hev re li Zertik li sengerê şer in (foto)
Her 3 Barzanî serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokê encumena asayîşa Parastina Kurdistanê Mesrûr Barzanî li sengerê şer in.
Artêşa Tirkiyê êrîşî Efrîn kir: 17 şehîd
Asayîşa rojava daxuyaniyek belav kir, û têde ragihand ku artêşa Tirkiyê û hêzên hevalbendên wê bi topan êrîşî ser herêma Efrînê kirin.