Serrûpel Nûçe Asayîşa PYD endamê emîndariya ENKS serbest berda

Asayîşa PYD endamê emîndariya ENKS serbest berda

Belav bike

Îro, roja yekşemê, asayişa Rêveberiya Xweser, Endamê Emîndariya Giştî ya ENKS Mizgîn Remedan serbest berda.
Mizgîn Remedan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, yekşemê, derdora saet 11ê sibehê bi dema Qamişlo, desthilatên Rêveberiya xweser ew serbest berdan.
Remedan ji Rûdawê re da zanîn ku ji bilî wî tu girtiyên ENKS îro nehatine berdan.
Mizgîn Remedan ji bêhtirî 2 mehan ve, ligel çend serkirde û endamên ENKSê ji aliyê asayişa Rêveberiya xweser ve hatibû girtin.