Salih Mislim azadî ji bo Selahedîn Demirtaş xwest, lê heta niha jî bi dehan seiyasetmedar û serkirdeyên Kurd li rojavayê Kurdistanê di zindanên PYD de ne û bê ser şûn in. Gelek ji wan girtiyan tendurustiya wan xerab e, û asayîşa PYD nahêle dezgehên mafên mirovan biçin girtiyên siyasî ziyaret bikin, qedexe ye malbatên wan jî biçin serdana wa. Yek ji wan girtiyan, Mihemed Îsmaîl e, sekreterên Polîtbîroya PDK-S.