Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî Trump dawetî Kurdistanê kir

Nêçîrvan Barzanî Trump dawetî Kurdistanê kir

Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi munasebeta hilbijartina Donald Trump ji bo serokatiya Emerîka peyamek şand û têde got:

Di dema hilbijartinên Emerîka de, ew mijûlî şerekî giran bûn li Musilê û derdora wê li dijî terorîstên DAIŞê.
Gelê Kurdistanê dizane ku Trump di dema kampanya hilbijartinan de tekezî li ser piştgiriya herêma Kurdistanê û pêşmergeyan kir û ew li bendê ne ku ew piştgirî pêk were.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got, hevpeymaniyeke xurt di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de heye di şerê li dijî terorîstên DAIŞ û tundrewan de û herêma Kurdistanê amadeye ligel hevpeymanên her karekî bike.

Nêçîrvan Barzanî got ew li bendê ne ku di dema pêş de serokê hilbijartî yê Emerîka serdana herêma Kurdistanê jî bike.