Tirkiyê heta niha jî bawer nake ku YPG ji Minbicê derketibe û dibêje divê Emerîka sozên ku dabûne wan bi cih bîne.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim got ew li benda wê yekê ne ku Emerîka sozên xwe bi cih bîne, ew sozên ku ji bo derketina hêzên YPG ji Minbicê dabûne wan.
Yildirim di daxuyaniyeke raojnamevanî de eşkere kir ku divê hêzên YPG derkevine rojhilatê çemê Firat, û heta niha ew derneketine.
Serokwezîrê Tirkiyê got, YPG ya bi xweşî yan jî bi zorê wê ji Minbicê derkevin.
Roja 27 meha nehan wezareta derve ya Emerîka ragihandibû ku YPG ji Minbicê derketiye rojhilatê Çemê Firat, lê istîxbarata Tirkiyê jî dbêje YPG hîn li Minbicê ye û derneketiye.