Serrûpel Nûçe Serok Barzanî serdana Îmarat kir

Serok Barzanî serdana Îmarat kir

Belav bike

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro înê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku Mesûd Barzanî di çarçoveya geşteke fermî de îro serdana Îmaratê kir.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Barzanî li ser vexwandina fermî ya Cîgirê Emîrê Ebûzebî û Cîgirê Fermandeyê Bilind ê Hêzên Çekdarên Emaretên Yekgirtiyên Erebî, Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, serdana bajarê Ebûzebiyê kiriye.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê ti agahiyên zêdetir derbarê serdana Barzanî bo Îmraratê de belav nekiriye.

 

Herwiha di daxuyaniyê de nehatiye gotin, ku serdana Barzanî bo Îmaratê dê çend rojan dom bike. (Rûdaw)