Di daxuyaniya xwe de ENKS dibêje dema ku xwepêşandana wan dest pê kir, PYD grûpek ji ciwanên xwe li cihê xwepêşandanê kom kir, û êrîşî xwepêşandanê kir, li xwepêşandêran xistin, xeber û dijûn gotin û ala Kurdistanê qetandin, û xelk bi avêtina bombeyan tehdîd kirin û ew îhanet kirin, ev hemû tişt li pêşiya çavên asayîşê çêbû, asayîşê ew parastin.
ENKS dibêje her çiqas wan xwest rewşl aram bikin, lê dîsa çend welatî giran birîndar bûn, di nava birîndaran de zarokek bi navê Hewlêr heye.
Piştî xwepêşandanê wê grûpa PYD êrîşî ofîsa partiya Yekîtî û hemû tiştên têde şikandin, û li Amûdê êrîşî ofîsa ENKS kir nû û ala Kurdistanê şewitandin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de ENKS wan êrîşên PYD bi tund şermezar dike û wê bi derxistina fitneyê di nava gelê Kurdistanê tewanbar dike û dibêje ew êrîşên PYD wê tu caran nikaribin rê li ber xebata wan bigirin.