Serrûpel Nûçe Ala Kurdistanê hîn jî tê şewitandin (Vîdyo)

Ala Kurdistanê hîn jî tê şewitandin (Vîdyo)

Belav bike

 

Gelê Kurd wê alê, weke ala xwe ya netewî dibînin. Bi dehan stran û helbest li ser wê alê hatine çêkirin, Bi hezaran ciwanên Kurd di ber wê alê de xwîna xwe dane û şehîd bûne. Weke her miletekê li vê dinyayê, Kurd jî bi wê alê hatine naskirin.

 

Lê belê ew ala ku kurd ji xwe re weke ala netewî dibînin, ew bû çendemîn car ku li Rojavayê rastî destdirêjiyan û bêrêzîkirina bi wê tê.

 

Ev jî bûye cihê nerazîbûna gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û xelk bertekên tund li xwe nîşan dide.

 

Şewitandina Ala Kurdistanê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê alîgirên PYDê ve û di dema êrişa li ser ofîsa Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bertekên cor bi cor bi xwe re anîn.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li hember bêrêzkirin li hember Ala Kurdistanê û şewitandina wê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da û daxuyaniyek belav kir.

 

Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de got:

 

Ez spasiya xelkê xweragirê Amûdê dikim, xelkê Amûdê bergirî li resenî û welatperwerî û nirxên bilindên kurdan kirin û ez destê we diguvişim ku we Ala Kurdistanê ya rengîn parast.

 

Herwiha di daxuyaniyê de, Barzanî da zanîn ku Ala Kurdistanê sembola aştî û bi hevre jyan û tolêransê ye û bi xwîna şehîdan hatiye avdan û xelkê Amudê piştrast kir ku dê rêbaza kurdayetiyê biserkeve.

 

Barzanî di dawîya daxuyanya xwe de eşkere kir, ku  şermezarî û rûreşî para wan kesan e ku Ala Kurdistanê dişewtînin û kesên ku xort û keçên kurd îşkence dikin dê rûreş bibin, herweha kesên ku Ala Kurdistanê şewitandin dê baca vê tawana xwe bdin.

 

Ji destipêka kirîza Sûriyê ve û heta niha bi dehan caran li Rojavayê Kurdistanê êrişî ser Ala Kurdistanê hatiye krin û sivkatî pê hatiye krin, lê bûyerên herî diyar ku bertekên cor bi cor bi xwe re anîn, êrişa 17ê meha 12 a sala 2015an li bajarokê Girkê Legê li ser mezintrîn Ala Kurdistanê di roja ala netewî ya kurdan de bû, ku hêzên Asayişa Rojava bi ava şid a di otomobîla agirvemirandinê de êrişî Ala Kurdistanê kirin û av li Ala Kurdistanê reşand.

 

Herwiha di heman bûyerê de, piştre Asayişa Rojava dest bi operasyona dest bi ser de girtina Ala Kurdistanê kiribû, ku ji ber wê yekê çalakvanên kurd ew ala mezin bi qaçax ji Rojavayê Kurdistanê bo Başurê Kurdistanê veguhastin, ji bo ku were parastin.

 

Lê belê hilgirên alê ku di merasîma Girkê Legê de Ala Kurdistanê hilgirtibûn, hatibûn girtin.

 

Herwiha di 20 meha 11 sala 2015an de, alîgrên PYDê êrişî xwepêşandana li Hesekê kirin û Ala Kurdistanê ji destê xwepêşanderan derxistin û sivkatî pê kirin û li xwepêşanderan dan.

 

Di 19ê meha 2 a sala 2016ê de, Asayişa bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonekê li dijî Ala Kurdistanê kir û Ala Kurdistanê li ser avahî, malên sivîlan û otombîlên xelkê rakirin.

 

Herwiha xelk hatin hişyarkirin ku nabe car din Ala Kurdistanê bilind bikin.

 

Di 15ê meha 7 a îsal de, di merasîma veşartina cenazeyê hunermend, Bavê Selah de endamên asayişê, Ala Kurdistanê ji destê xelkê derxistin û alozî di merasîmê de derket. Bavê selah endamê Partya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) bû.

 

Dîroka Ala Kurdistanê

 

Di sala 1920an de ji aliyê Komeleya Teşkîlata Îctîmayî ve wek ala neteweyî hat pejrandin

 

1927-1930 ala Şoreşa Agrî yan Komara Araratê ya bi serkirdatiya Îhsan Nûrî Paşa bû.

 

Di sala 1945an Ala Komara Kurdistanê li Mihabada Rojhlatê Kurdistanê bû.

 

Sala 1992, ala Kurdistana Sor ango komara kurdî ya Laçînê bû.

 

Ji sala 1992an û vir ve ala fermî ya Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) ye, ku hemû alî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ew al weke ala netewî dane naskirin.

 

Ala Kurdistanê

 

Ala kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, li ser hev ji sê rengan pêk tê.

 

Li jor rengê xwe sor e,ya navîn spî ye û ya jêr jî kesk e.

 

Li ser rengê spî rojeke zer a bi 21 tîrêjan heye, ku amaje bi roja Newrozê û sersala Kurdan dike.

 

Taybetiya alê ya bingehîn nîşana roja zêrîn e. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn û nûjînê nîşan dide. Roj sembola azadî û ronahiyê ye. Rengê sor xwîna şehîdên Kurdistanê nîşan dide. Rengê kesk nîşana siruşt û xwezaya Kurdistanê ye. Rengê spî aştîxwazî û aramiya gelê kurd nîşan dide.