Serrûpel Nûçe “Serxwebûn mafê me ye”

“Serxwebûn mafê me ye”

Belav bike

 

Îro yekşemî 4ê Kanûna 2016ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgirê Serokê Herêma Île de France ya welatê Fransayê û şandeke pê re kir û her du alî bi hev re civiyan.

 

Piştî civînê, Serokatiya Civata Wezîran a Kurdistanê derbarê naveroka gotûbêjên her du aliyan de daxuyaniyek li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê weşand.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Cîgirê Serokê Herêma Île de France û şandeya pê re kêfxweşiya xwe nîşan dane, ku serdana Kurdistanê kirine û herwiha li hember pêşkevtinên heyî û pêkvejiyana netewî û olî li Herêma Kurdistanê jî şadbûna xwe anîne ziman.

 

Şandeya Herêma Île de France herwiha ragihand, berevaniya Hêza Pêşmerge di ber hemû pêkhateyan de û bê ti cudahiyan bi taybetî jî berevaniya di ber xelkê Krsîtiyan û Kurdên Êzidî de, cihê şanazîkirina civaka navdewletî ye.

 

Li gorî daxuyaniyê, şanda Herêma Île de France di civîna li gel Serokwezîr Nêçîvan Barzanî de, amaje bi pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, projeya pêşeroja Herêma Kurdistanê di çarçoveya iraqa piştî rizgarkirina Mûsilê û şêweyê pêwendiyên dahatî yên Hewlêrê li gel Bexdayê jî kir.

 

Herwiha çarenûsa pêkhateyên ku li deverê dijîn, vegerandina koçberan bo ser cih û warên wan, dabînkirina asayiş û xizmetguzariyên pêwîst ji wan re û avedankirina deverên wan beşeke din ji gotûbêjên navbera şanda Herêma Île de France û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûne.

 

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de herwiha hatiye gotin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hember alîkariyên serbazî û miroviyên ku dane Kurdistanê, spasiya Hikûmeta Fransa û hevpeymanan kir û amaje bi wê yekê jî kir, ku xelkê Kurdistanê û Hêza Pêşmerge li hember DAIŞê karîn berevaniyê li Kurdistanê û hemû pêkhateyan û cîhana azad û bingehên mirovahiyê bikin.

 

Nêçîvan Barzanî herwiha got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî wê yekê ye ku pêkhateyên cuda, ku reheke dîrokî li wî welatî heyen, welatê xwe bi cih bihêlin û tekez kir, pêwîst e ew pêkhate li ser pêkvejiyana birayane berdewam bin, ku Kurdistan şanaziyeke mezin bi wê yekê dike.

 

Barzanî di vê bareyê de daxwaz ji şanda fransî kir, ku alîkariya Kurdistanê bikin.

 

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr Barzanî behsa mijara serxwebûna Kurdistanê kiriye û amaje bi wê yekê kir, gelê Kurdistanê weke mafeke rewa berê xwe dide serxwebûnê.

 

Barzanî di vê bareyê de jî destnîşan kir, ku pêwîst e li ser vê mijarê gotûbêj ligel Bexdayê bihê kirin.

 

Derbarê pêşeroja pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Di çend salên bihorî de karê bingehîn û yekemê Herêma  Kurdistanê, şerê li dijî DAIŞê bûye, lê belê piştî nemana DAIŞê pêwîst e gotûbêjeke zêdetir li ser mijara desthilatdariyê û pêşeroja Iraqê bi giştî were kirin, da ku hemû pêkhate bikarin di wê çarçoveyê de bijîn.”

 

Serokwezîr Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de, tekezî li ser çareserkirina arîşeyên hilawîstî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û herwiha arîşeyên navxweyî, bi rêya gotûbêj û diyalogê kir.

 

Barzanî bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, amaje bi rola erênî ya Fransa û piştgiriya wî welatî ji xelkê Kurdistanê kir. Rûdaw