Serrûpel Nûçe Mafê rûniştinê nedan Angela Merkel

Mafê rûniştinê nedan Angela Merkel

Belav bike

Almanya mafê penaberiyê neda Angela Merkel

Angela Merker, hemû rojên xwe di nava hembêza diya xwe de derbas dike. Ew heta niha jî nebûye xwediya mafê penaberiyê li Almanya.
Em behsa zaroka Sûrî Angela Merkel dikin, ne serokwezîra Almanya.
Angela Merkel, di sala 2015 de li Almanya bajarê Duisburg ji dayîk bûbû, di wê demê de ji ber ku serokwezîra Almanya gelekî alîkariya penaberên Sûrî kir, malbata Sûrî navê wê li keça xwe kir, yanî Angela  Merkeê Al Hemze.
Ew malbat niha li bajarê Monchengladbach dijî, berî vê bi çend rojan ji wê malbatê re name hat, ku penaberiya wan hatiye redkirin.
Ji ber ku rewşa welatê wê malbatê (Sûriyê) xerabe û şer lê heye mafê wê malbatê heye ku saleke din li Almanya bimîne.